Nêçîrvan Barzanî: Cihekî taybet ê Madeleine Albright di dîroka kurdan de heye

24 March 2022 16:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Cihekî taybet ê Madeleine Albright di dîroka kurdan de heye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser koça dawî ya wezîra berê ya derve ya Amerîkayê Madeleine Albright peyameke sersaxiyê bo malbata û wê Amerîkayê belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser twîtterê peyamek belav kir û xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Madeleine Albright anî ziman û sersaxiyê ji malbata wê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî got: “Fikr û duayên min bi malbat û hevalên Wezîra Derve ya berê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Madeleine Albright re ne. Ew di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e ji ber ku di salên 1990'î de di rawestandina şerên navxweyî de rolek girîng lîst. Rehma Xwedê li ser be.”

Madeleine Albright doh 23yê Adarê di 85 saliya xwe de koça dawî kir.