NY li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî ji bo kêseyên Hewlêr-Bexdayê nûnerekî taybet destnîsan dike
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wê nûnerekî taybet bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê destnîşan bike.
Hat diyarkirin ku welatên endamên Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştevaniya xwe ji bo destnîşankirina nûnerê taybet li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nîşan dane û ew daxwaz jî ji bo hêsankirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi du nameyên cuda hatibû kirin.
Hat ragihandin ku welatên endamên NY di Encûmena Asayişa Navdewletî de piştgiriya daxwaza Nêçîrvan Barzanî kirine û wê ji bo hêsantirkirina diyaloga di navbera Hewlêr-Bexdayê nûnerekî taybet destnîşan bikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric eşkere kir; "Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antony Guterres dubare daxwaza gotûbêjeke saziyane û organîzekirî ya berdewam dike di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku bigihin rêkeftineke berdewam a li ser bingeha destûrê derbarê pirsgirêkên heyî de ku yek ji wan pirsgirêkan dabeşkirina çavkaniyên enerjiyê ye."
15 welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî piştevaniya daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya destnîşankirina nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya diyaloga berfireh di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin