Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê kilîta çareserkirina hemû arîseyan e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Pêncşemê 9ê Hezîranê pêşwazî li şandeke Komîteya Dostaniya Fransa – Iraq li Senatoya Fransayê, kir ku pêşvebirina pêwendiyên Bexda û Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro pênçşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeKE Komîteya Dostaniya Fransa – Iraq li Senatoya Fransayê ya bi serokayetiya xanim Nicole Nuranton kir ku şanda navborî ji hejmarek Endamên Komîteyê û Konsolê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, şanda mêvan piştgîriya Fransayê ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û rêz û pêzanînên xwe ji bo qurbaniyên Pêşmerge û rola wan ya di têkşikandina DAIŞê de nîşan da, herwiha dûpat kirin ku Fransa bi girîngî ve li dostaniya xwe ya digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêrin û dixwazin di hemû waran da pêwendiyên xwe digel Iraq û Herêma Kurdistanê pêşde bibin.
Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve, bi navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgîriya serbazî, mirovî û siyasî ya Fransayê bo Herêma Kurdistan û Iraqê spasiya Fransayê kir û xweşhaliya xwe bi serdana şandeyê bo Herêma Kurdistanê nîşan da û bal kişand ser dostanî û pêwendiya dêrîn ya di navbera Herêma Kurdistan û Fransayê de.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekîd li wê yekê kiriye ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kilîta çareserkirina hemû arîşeyên Iraqe ye, û bal kişand ser girîngiya rola civaka navdewletî, Fransayê bi taybetî ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê alîkariyê bikin.
Di civînê de, pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê, rewşa navçeya Şingalê û navçeyên maddeya sed û çil ya destûrê, metirsiya terorê, kiryar û êrîşên DAIŞê, rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî jî hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin