Nêçîrvan Barzanî: Çareserkirina kêseyên Bexda û Hewlêrê kilîta ewlehî û aramiya Iraqê ye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Duhokê de daxuyaniyên girîng dan.
Nêçîrvan Barzanî li ser proseya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê got:“Dubare pîrozbahiyê li Serokwezîrê Iraqê dikim û hêvîdar im hikûmeta nû di zûtirîn dem de, were pêkanîn.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Pêwîst e aliyên Iraqî dersê ji şaşiyên berê wergirin, divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin, ji ber ku ev kilîta ewlehî û aramiya Iraqê ye”.
Serokê Herêma Kurdistanê ji derçûyên Zanîngeha Duhokê jî got, divê ew zanyarî û pisporiya ku we di dema xwendina xwe de bi dest xistine ji bo avakirina welatê xwe bikar bînin:
“Bi berdewamî hewl ji bo pêşxistina xwe bidin, karê xwebexşî jî bi rêxistinan re bikin, ji bo ezmûna zêdetir werbigirin, ji ber ku hejmara derçûyan û pêwîstiya bazara kar, ne hevseng e.. Divê ew ezmûna we, lêborîn û pêkvejiyanê kûrtir bike, bi taybetî li parêzgeha Duhokê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin