Serok Barzanî û Heyder Ebadî çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Adarê bi Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî re civiya.
Hat ragihandin ku Serok Barzanî, li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir û di civînê de, çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên ji bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û piştevanîkkirina çaksaziyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di vê hevdîtinê de, tekezî li hevahengiya herdu aliyan di helwestên siyasî de hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin