Serok Barzanî: Hêvî dikim civîna li Necefê rê li ber çareserkirina kêseyên heyî veke
PeyamaKurd – Serok Barzanî li ser civîna îro ya di navbera Muqteda Sedir, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî de peyamek belav kir û got, hêvî dikim ev civîn encamên erênî bi xwe re bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Ezim Xemîs Xencer îro ji bo bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bicivin serdana Necefê kirin û beriya demekê civîna her sê serkirdeyan bi Muqteda Sedir destpê kir û heta niha civîn berdewam dike.
Di civîna Necefê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta Iraqê, rojevên sereke ne.
Serok Mesûd Barzanî têkildarî civîna li Necefê, peyamek li ser twitterê belav kir û da zanîn: “Hêviya min a ji dil ew e ku hevdîtina di navbera Muqteda Sedir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî encamên erênî bi xwe re bîne û hêvî dikim ku civîna îro ya li Necefê rê li ber çareserkirina kêşeyên heyî yên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê veke.”
Hêjayî bi bîrxistinê ye, serdana Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî ji bo Necefê, li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî pêk hat.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin