Mazlûm Ebdî li ser civîna xwe ya li gel Serok Barzanî daxuyanî da
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê Xê, derbarê hevpeyvîna xwe ya li gel Serok Mesûd Barzanî daxuyanî da.
General Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de weha got:
“Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû.
Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze.
Herwiha me tekez kir ku giringîya yekîtîya kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin