DYAyê pesnê hevdîtina Serok Barzanî û Mazlûm Ebdî da
PeyamaKurd – DYAyê ragihand ku ew ji hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî kêfxweş bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Diyaloga di nav Kurda de dikare roleke krîtîk di pêşvebirina veguheztina siyasî ya berfireh li Sûriyê bilîze."
Amerîka pêşwazî li hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir ku di 16ê Çileyê de li Hewlêrê hat lidarxistin.
Wezareta Karên Derve ya DYAyê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev agahî da:
"Amerîka pêşwazî li hevdîtina Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ku di 16ê Çile de pêk hat.
‘Diyaloga Kurdan girîng e’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya diyaloga di navbera Kurdan de û ev nirxandin hatin kirin.
Diyaloga di navbera Kurdan de dikare roleke krîtîk di pêşvebirina veguheztina siyasî ya berfireh li Sûriyê bilîze.”
Civîna Barzanî û Ebdî ya li Hewlêrê wek gaveke girîng ji bo xurtkirina hevkariya di navbera kurdan û aramiya herêmê de tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin