Nûnerê Serok Barzanî çûye Rojavayê Kurdistanê; dê bi Mazlûm Ebdî û berpirsên ENKSyê re bicive

13 January 2025 14:57 0 dîtin
Nûnerê Serok Barzanî çûye Rojavayê Kurdistanê; dê bi Mazlûm Ebdî û berpirsên ENKSyê re bicive

PeyamaKurd – Nûnerê Serok Mesûd Barzanî çûye Rojavayê Kurdistanê. 

Hat ragihandin ku ew dê bi partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re û herweha bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û rayedarên ENKSyê re jî dê bicive.

Li gorî nûçeyeke Rûdawê; nûnerê taybet ê Serok Barzanî yê ji bo Rojavayê Kurdistanê, Ebdulhemîd Derbendî hatiye Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Derbendî dê destpêkê li Hesekê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî re bicive.

Piştre jî nûnerê Serok Barzanî dê biçe Qamişlê û li gel berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) bicive.

Ev serdan di demekê de ye ku gelek welat û alî serê pêşîn Amerîka û Fransa hewlên xwe zêdetir dikin ji bo yekrêziya di navbera aliyên Kurdistanî de. 

Welatên Rojava dixwazin ju kurdên Rojavayê Kurdistanê bi hev re biçin Şamê û bi hikûmeta nû ya demkî re bicivin.