Feysel Yûsif: Serdana Nûnerê Serok Barzanî Derbendî ya Rojava dîrokî ye
PeyamaKurd – Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yê ji bo Karûbarên Rojava Hemîd Derbendî di civînên xwe yên li Rojava de bang li Kurdan kir ku bi yekrêzî tevbigerin.
Roja Duşemê 13.01.2024 Nûnerê Serok Barzanî bo Karûbarên Rojava Derbendî li bajarê Hesekê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî civiya û piştre çû Qamişlo û ligel Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl civiya.
Feysel Yûsif ku ji K24ê re derbarê hevdîtinên mijara gotinê de nirxandin kirin got, “Encamên peyama Serok Barzanî wê di rojên pêş de diyar bibe. Em plan dikin ku bi HSDê re hevdîtinê bikin.”
Feysel Yûsif serdana Nûnerê Serok Barzanî ya ji bo Rojava dîrokî binav kir û wiha got:
“Em wek Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwazî li peyama Serok Barzanî ya yekrêziyê dikin. Em dixwazin layiqî bawerî û hêviya wî bin û di xizmeta gelê xwe de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin