Nûnerê serokê Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî çûn Rojavayê Kurdistanê û serdana bajarê Reqayê kirin.
Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk û çend berpirsên din ên Hevpeymaniya Navdewletî bo serdanekê gihîştin bajarê Reqayê û bi Encûmena Sivîl a Reqayê re civiyan.
Derbarê naveroka civînê de, Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê Ebid Hamid Mihbaş, ji Rûdawê re axivî û got, ku şanda Hevpeymaniya Navdewletî soz daye wan, ku dê Amerîka bi taybetî û Hevpeymaniya Navdewletî bi giştî, di tevahiya waran de, di aliyên siyasî, leşkerî, aborî û xizmetguzariyê de berdewam bin li ser piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê.
Ebid Hamid Mihbaş destnîşan kir: “Îro şandeke siyasî - serbazî ya pilebilind a Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî serdana Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, şandê tekezî li ser berdewambûna piştevaniya Encûmena Sivîl a Reqayê kirin, çi di warê siyasî, ewlekarî, serbazî û xizmetguzariyê de be.”
Li aliyekî din Brett McGurk jî, derbarê vê serdana xwe de li ser twîtera xwe çend wêne û zanyarî belav kirine û gotiye, ku wan di vê serdanê de çend projeyên xizmetguzariyê û ji wan çend dibistan vekirine.
Bajarê Reqayê paytexta defakto ya rêxistina DAIŞê li Sûriyê bû, ku di sala bihorî de Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek bo kontrolkirina wê li dar xist û di 17ê Cotmeha heman salê de bajar bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxist.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin