Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê, serdana Rojava kir
PeyamaKurd- Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger, serdana Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojava kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Suriyeyê bi giştî û Rojava bi taybetî hatin nirxandin.
Di daxuyaniya ku Rêveberiya Xweser ragihand de hat eşkerekirin ku di civînê de astengiyên Rêveberiya Xweser ên siyasî û aborî, têkoşîna li dijî terorê û girtiyên IŞÎDê yên di girtîgehan de hatine gotûbêjkirin.
Her wiha hat zanîn ku Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdulhemîd Mihbaş diyar kir ku wan bi şandeya Amerîkayê re jî mijarên wekî amadekariyên qeyrana Suriyeyê jî nirxandine.
Li gorî hat diyarkirin, Nûnerê Rojava yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Nicholas Granger, helwesta xwe ya zelal a di derbarê çareserkirina aloziya Suriyeyê de li gorî biryara 2254an a Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin