Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya ENKSê re civiya

31 August 2022 20:06 0 dîtin
Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi serokatiya ENKSê re civiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê li Rojavayê Kurdistanê Nicolas Granger, hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî çavkaniyên ENKSê di civînê re geşedanên dawî yên deverê hatin gotûbêj kirin.

Cavkaniyeke ji Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bêyî ku navê bajarê hevdîtin hatiye kirin bide, ragihandiye ku civîna Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nicolas Granger a ligel Serokatiya ENKSê li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Nûnerê Amerîkayê ji ENKSê re daye xuyakirin, ji bo rûbirûbûna DAIŞê û pêkanîna aramiyê ji bo xelkê deverê, hêzên Amerîkî wê li Rojavayê Kurdistanê bimînin.

Granger daye zanîn, Amerîka rijd e li ser wê yekê ku krîza Sûriyê li gor biryara Encûmena Asayîşê ya Navdewletî ya hejmara 2254an çareser bibe.