Qamislo | Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi ENKSê re civiya

11 January 2023 20:31 0 dîtin
Qamislo | Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi ENKSê re civiya

PeyamaKurd - Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger, li Qamişlo serdana navenda Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) kir.

Hat ragihandin ku Îro Çarşemê 11ê Çileya 2023yan, Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger li navenda ENKSê ya Qamişloyê bi serkirdetiya ENKSê re civiya.

Li gorî zanyariyan, di civîna ku rêveberên ENKSê Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso, Feysel Yûsif, Nîmet Dawûd û Fesla Yûsif amade bûn de, pêşhatên dawî yên herêmê hatin gotûbêj kirin.