Serokê Amerîkayê li ser serdana xwe ya Rojhilata Navîn gotarek nivîsî
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden di derbarê serdana xwe ya Rojhilata Navîn de gotarek ji Washington Postê re nivîsî û tê de armancên xwe diyar kir.
Biden di gotara xwe da zanîn: “Hefteya bê, ez ê biçim Rojhilata Navîn da ku dest bi serdemek nû û hêvîdartir ya hebûna Amerîkayê li vê derê bikim. Ev serdan di demeke girîng da ji bo herêmê çêdibe û ew ê berjewendiyên girîng yên Amerîkî pêş bixe.”
Joe Biden eşkere kir: “Rojhilata Navîn ya ewletir û yekgirtî ji gelek aliyan ve sûdê dide Amerîkîyan. Rêyên wê yên avê ji bo bazirganiya gerdunî û zincîrên dabînkirinê yên ku em pê ve girêdayî ne girîng in. Çavkaniyên wê yên enerjiyê ji bo kêmkirina bandora li ser dabînkirina gerdûnî ya şerê Rûsyayê li Ukraynayê girîng in.”
Herwiha destnîşan kir: “Herêmeke ku bi dîplomasî û hevkariyê li hev dicive - li şûna ku bi pevçûnan ji hev veqete – rê nade tundrewiya ku gefan ser welatê me dike yan jî şerên nû yên ku dikarin barên nû deynin ser hêzên leşkerî yên Amerîkî û malbatên wan.”
Di berdewamiya gotara xwe de diyar kir: “Dûrxistina wê senaryoyê ji bo min pir girîng e. Ez ê dîplomasiyê bi tundî bişopînim bi hevdîtinên rûbirû ji bo gihîştina armancên xwe. Ez dizanim ku gelek kes hene ku bi biryara min a çûyîna Erebistana Siûdî ne razî ne. Nêrînên min li ser mafên mirovan zelal û demdirêj in, û azadîyên bingehîn her tim di rojevê de ne.
Biden da zanîn: “Bê guman di herêmê da hêşta jî gelek kêşe hene: bernama navokî ya Îranê û piştevanîya wan bo komên çekdar, şerê navxweyî yê Sûriyê, krîzên ewlehiya xwarinê ku ji ber şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê dijwartir bûne, komên terorîst hêşta jî li hejmarek welatan çalak in, aloziya siyasî li Iraqê, Lîbya û Lubnanê, û standardên mafên mirovan yên ku li paş piraniya cîhanê mane.”
Biden destnîşan kir: “Divê em van hemû pirsgirêkan çareser bikin. Dema ku ez digel rêberên ji seranserê herêmê dicivim, ez ê zelal bikim ku pêşveçûnên di wan mijaran da çi qas girîng in. Lêre hêvî heye ku Amerîka dikare wan hêvîyan xurt bike bi rengekî ku çi welatek din nikare vê yekê bike. Rêwîtiya min ya hefteya bê wê armanca vê xizmetê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin