Kestiya nukleerî ya Amerîkayê gihîst Rojhilata Navîn
PeyamaKurd – Keştiya USS Abraham Lincoln Amerîkî ya şer ku bi enerjiya nukleerî dixebite gihîşt Rojhilata Navîn.
Hejmara keştiyên şer ên Amerîkayê tevî keştiya "USS Theodore Roosevelt" a balafirên şer ku nîvê Tîrmehê gihîştibû Rojhilata Navîn bû 2 heb ku piştî rageşiya navbera Îsraîl-Îranê ji bo parastina Îsraîlê hatin bicihkirin.
Hêjayî gotinê ye, karvedana li pey kuştina Serokê Buroya Sîyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê berdewam dike û hê jî îhtimala ku Îran bersiveke tund bide Îsraîlê berdewam dike.
Amerîka jî ji bo egera êrîşeke Îranê hêzên xwe li Rojhilata Navîn teqwiye dike daku rêgiriyê li êrîşên muhtemel ên Îranê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin