Kuba: Kestiya binavê ya nukleerî ya Rûsyayê gihîst bendera me
PeyamaKurd - Hikûmeta Kubayê ragihand ku 3 keştî û 1 keştiya binavê ya nukleerî ku ji Rûsyayê diçûn bendera wî welatî gihîştine bendera Kubayê.
Di daxuyaniya Wezareta Derva ya Kubayê de hat destnîşankirin ku hêzên deryayî yên Rûsyayê wê di navbera 12 û 17ê Pûşperê de li bendera paytext Havanayê bimînin.
Di daxuyaniya ku "dostaniya dîrokî ya navbera Kuba û Rûsya hate destnîşankirin de, hat diyarkirin ku deryavanên Rûs wê bi rêzdarî serdana Fermandariya Hêzên Deryayî ya Şoreşgeran a Kubayê û ParêzgariyaHavanayê bikin.
Wezareta Derve ya Kubayê di 6ê Pûşperê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 3 keştî û 1 keştiyeka binavê yên Rûsyayê wê bêne bendera paytext Havanayê.
DYA: Em çavdêriya fîloya Rûsyayê dikin
Piştî vê geşedanê Fermandariya Hêzên Bakur (NORTHCOM) a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ji bo şopandina fîloya Rûsyayê li herêmê 3 frokeyên dozînê û frokeyeke dozîna bin avê wê li herêmê çavdêriyê bikin.
Herî dawî di 25ê Pûşpera 2019an de filoyeke Rûsya bi pêşengiya Keştiya Admiral Gorshkov serdana Kuba kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin