Kestiya ser a Amerîkayê gihîst Rojhilatê Derya Spî
PeyamaKurd – Keştiya şer a Amerîkayê ya bi rêya NATOyê ji bo çavdêriyê bi rê ketibû, gihîşt Rojhilatê Deryaya Spî ku di navbera Tirkiye û Yunanistanê de alozî li wir heye.
Hat ragihandin ku keştiya şer a bi navê USS Hershel Woody Williams ya Amerîkî îro 20ê Tebaxê gihîştiye Girava Girît a Yunanistanê û biryara, di aloziya navbera Tirkiye-Yunanistanê de li ser deryayê çavdêriya herdu aliyan bike.
Beriya niha jî welatên ewropî hejmarek keştî bi sedema aloziya li ser Deryaya Spî ku Tirkiyê dest bi lêgerîna gaz û petrolê kiriye gihîştibûn Derya Spî.
Keştiya USS Hershel Woody Williams wekî baregeheke mezin a leşkerî ye û di operasyonên leşkerî de wekî piştevana lezgîn tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin