John Kirby: “Em dikarin kestiya USS Dwight D. Eisenhower bisînin rojhilatê Derya Sipî”

12 October 2023 01:02 0 dîtin
John Kirby: “Em dikarin kestiya USS Dwight D. Eisenhower bisînin rojhilatê Derya Sipî”

PeyamaKurd – Koordînatorê ewlehiya netewî yê stratejiya Amerîkayê John Kirby, ragihand ku eger pêdiviya Îsraîlê pê hebe, dê karibin keştiya USS Dwight D. Eisenhowerê bişînin rojhilatê Derya Sipî. Eger keştiyê ji bo Îsraîlê neşînin jî, berê hatiye plankirin ku keştî ji bo wezîfeyekî dinê here Derya Sipî.

Amerîka, berê keştiya balafiran ya bi navê USS Gerald R. Ford şandibû rojhilatê Derya Sipî.

Kirby, her weha li ser ku Hîzbûllahê bi roketan li Îsraîlê xistiye got ku ji kiryarên wan bi endîşe ne û roketên ku avêtine aşkeraye ku Hîzbûllahê avêtiye Îsraîlê. Li ser babeta bombebarana Gazeyê û sîvîlan Kirby got:

“Em dixwazin ji wan re buhirekî vekin lê heya niha di mijarê de pêşdeçûn tine. Em mijarê bi Îsraîlê û hemkarê xwe yê Misrê re diaxifin. Ji bo sîvîl bi ewle derbas bibin, em destekê didin. Sîvîl ji kiryarên Hamasê berpirs nînin. Tiştekî şaş nekirine.”

Kirby, her weha ragihand ku di êrîşên Hamasê de jimara miriyên Amerîkayê 22 kesin.