John Kirby: Li Iraq û Sûriyê destwerdana me destpê kir

03 February 2024 14:07 0 dîtin
John Kirby: Li Iraq û Sûriyê destwerdana me destpê kir

PeyamaKurd – Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir ku li Iraqê 3 û li Sûriyeyê jî 4 tesîsên ku ji hewayê tên xistin hedefa êrîşên hewayî yên Amerîkayê ye û got, "Destwerdana Amerîkayê îşev destpê kir, lê îşev bi dawî nabe."

Kirby piştî êrîşa şeva Înê ya artêşa Amerîkayê li ser Supaya Quds a Pasdarên Îranê û milîsên Şîe yên alîgirên Îranê li Sûriyê û Iraqê daxuyaniyek da.

“Hikûmeta Iraqê hat agahdarkirin”

John Kirby got, "Destwerdana Amerîkayê îşev destpê kir, lê îşev bi dawî nabe."

Kirby anî ziman ku hemû êrîşan 30 xulekan dom kirine û got, beriya êrîşan DYAyê hikûmeta Iraqê agahdar kiriye.

Dîplomatê Amerîkî tekezî li ser wê yekê jî kir ku ew êrîş tolhildaneke li hember leşkerên Amerîkî yên ku li Urdinê hatine kuştin, diyar kir ku hêzên Amerîkî li 7 navendan zêdetirî 85 armanc kirine.