Fuad Huseyin: “Li ser sînorê Iraq-Sûriyê tevgerên ISIDê endîse didin me
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyin ragihand ku li ser sînorê Iraq-Sûriyê tevgerên IŞİDê endîşe didin wan. Huseyin got ku tevgerên IŞİDê ewlehiya herêmê dixe nav talûkê û gelek bi xetere.
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyin li welatê Fasê (Moroco-Mexrib) li bajarê Tancayê di civîna çapemeniyê de li ser bûyerên herêmê raveyan kir. Huseyîn got:
“Iraq ji bo daxwazên xelkê Sûriyê rêz digrin û bi wezîrê nû yê karên derve re em ketin nav têkiliyan. Ji bo tedbîrên ewlehiyê me li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê tedbîrên xwe zêde kiriye.”
Rêvebirê têkiliyên bi gel re û hem yê medyayê yê Iraqê tûxgeneral Haydar Kerhi, ji bo Rûdawê ragihandiye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser xeta Sûriyê li hemberê her tehdîdê tedbîrên tund sitendiye. Kerhi gotiye ku li ser sînor kamerayên çavdêriyê, cîhazên ku germê dibînin û hendek hene û dîwarê beton jî ava dikin. Kerhi gotiye:
“Ji Şengalê heya Rabia 90 km dîwar temam bûye, heya niha dîwarê bi 260 km yan ava kirine û wê dirêjahiya dîwar bi temamî 400 km be.”
Dirêjahiya sînorê Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Rojava û Sûriyê re 612 km ye û hukumeta Iraqê radigihîne ku ewlehiya sînor xwurt kirine û li hemberê IŞİDê daîma di amadebaşiyê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin