Helbûsî û cîgirê serokê parlamentoya Samê vekirina deriyên sînorên Iraq-Sûriyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Ofîsa Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand ku piştî konferansa 32yemîn a Yekîtiya Parlamentoya Ereb, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Cîgirê Serokê parlamentoya hikumeta Şamê Mihemed Ekrem El-Eclanî hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Helbûsî, her aliyan guftûgo li ser vekirina deriyên sînor di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: "Her du aliyan rewşên giştî û pêwendiyên dualî yên her du welatan, hevkariya parlamentoyê bi rêya çalakirina dîplomasiya parlamentoyê ji bo mijarên xwedî girîngiyeke hevbeş gotûbêj kirin ji bo ku berjewendiya her du gelên bira pêk bîne û Iraq piştevanê ewlehî û îstîqrara Sûriyê ye."
Herwiha hatiye diyarkirin, her du aliyan hevkariya vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de, destpêkirina gavên pratîkî û rakirina astengiyên di navbera her du aliyan de yên ji nû ve vekirina deriyên sînor gutûgo kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin