Serokê Parlamentoya Iraqê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê ve hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro danê sibê gihîşt Tehranê.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, îro li balafirxaneyê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Îranê Elî Nîkzad ve hat pêşwazîkirin.
Li gor malpera fermî ya Îranê ÎRNA diyar kiriye, Helbûsî wê bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, serkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Emîr Ebdullahiyan re bicive.
Herwiha biryar bû Helbûsî meha borî çûba Îranê, lê serdana wî ji ber nexweşiya Serokê Parlamentoya Îranê hatibû paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin