Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê: Wê civîneke taybet derbarê teqînên Îranê de were lidarxistin
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, wê civîneke taybet derbarê teqînên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de were lidarxistin û berpirsên ewlehiyê yên Iraqê jî li ser wê mijarê ji bo parlamentoyê werin vexwendin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah derbarê daxwaza civînê ya Parlamenterên Parlamentoya Iraqê li ser bombebarana Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê eşkere kiriye: “Min ew daxwaz piştrast kir, di destpêka hefteya bê de civîneke taybet li ser mijara topbarana Îranê ji bo ser Herêma Kurdistanê li parlamentoyê tê lidarxistin.”
Herwiha daye zanîn: “Ne tenê Wezareta Berevaniya Iraqê, hemû berpirsên ewlekariya Iraqê, çi Wezareta Navxwe, çi Wezareta Karên Derve yan jî Asayişa Niştimanî, wê li ser vê mijarê ji bo parlamentoyê werin vexwendin."
Herî dawî Şaxewan Ebdullah gotiye: “Dema civîna me ya parlamentoyê hebe, em ê lijneya pêwendîdar destnîşan bikin, da ku bi fermî dest bi karê xwe bikin, ji ber ku wê komîte ji bo lêkolînê were destnîşankirin û divê parlamento deng li ser bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin