Hesda Seibî hêzeke mezin li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi cih kiriye

05 December 2024 14:35 0 dîtin
Hesda Seibî hêzeke mezin li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi cih kiriye

PeyamaKurd – Piştî ku çeteyên bi pêşengiya Heyet Tahrîr El-Şam li herêmên di bin kontrola Esad de dest bi operasyonê kirin, hêzên Heşdî El Şeebî yên li Iraqê jî dest bi operasyonê kirin. Fermandariya Operasyonên Heşda Şeibî li Mûsilê hejmareke zêde leşker, wesayitên zirxî û çekên giran şandin ser sînorê Sûriyê.

Alîkarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Heşdî Şeibî Selam Ezîz got, “Hêzên Heşdî Şeibî li ser sînorê Iraq û Sûriyê ne û ewlehiya vî aliyê sînor dabîn dikin. Em ji bo rêgirtina li derbasbûna DAIŞê û piştgiriya hêzên Heşda Şeibî li wir in.”

Li gorî agahiyên ku Selam Ezîz daye, 6 yekîneyên komando ji bo li ser sînor bi cih bibin hatine amadekirin. Rayedarê Heşda Şeibî Ziyad Red jî diyar kir ku ew xwe amade dikin ku li ser sînor bi dirêjahiya 60 kîlometreyan bendên kontrolê ava bikin.

Li gorî hin îdîayan, hêzên Heşdî Şeibî ji bo destekkirina rêveberiya Sûriyeyê çalakî li dar xistine û derbasî Sûriyeyê bûne.

Serokê Encumena Heşda Şeibî Falih Feyat ev îdia red kir û got ku hêzên wan derbasî Sûriyê nebûne.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Mikdad Mîrî jî di daxuyaniya xwe ya 2ê kanûnê de nûçeyên derbasbûna Heşda Şeibî bo Sûriyeyê red kir.