'Hesda Seibî bi dizî li Sengalê hêzeke çekdar ava dike'

02 September 2023 14:35 0 dîtin
'Hesda Seibî bi dizî li Sengalê hêzeke çekdar ava dike'

PeyamaKurd – Hat îdiakirin, Heşda Şeibî ya ku dixwest li herêmê hêzeke taybet biafirîne, hewl daye gelê Şengalê tevlî refên xwe bike.

Çavkaniyekî hikûmeta Iraqê li Şengalê ku ji çapemeniya Iraqê re axivî û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hin komên di nava Heşdî Şeibî de bi awayekî veşartî bang li gelê Şengalê kirine ku hêzeke taybet a şerê li Sûriyeyê ava bikin.

Çavkaniya han eşkere kir, Heşda Şeibî kesên bi pasaporta Îraqî ve cêbicê dike û proseya tomarkirinê jî bi dizî li navendeke leşkerî ya Heşda Şeibî hatiye kirin.

Li gorî medyaya Iraqê, 3 serkirdeyên Heşda Şeibî meha borî çûne derveyî welat. Li gorî vê, li ser mûçeya mehane ya 3 hezar dolar ji bo 700 endamên rêxistinê yên dildar li hev kirin.

Ji aliyeke din ve çavkaniyeke ewlekarî amaje bi wê yekê kir ku ew kesên tomarkirî hêzeke çekdar in û li ser sînorê Iraq û Sûriyê li navçeyên rojavayê Şengalê ne.

Parlamenterê Iraqê Elî Metyutî hefteya borî gotibû, bi sedan malbat dixwazin vegerin malên xwe yên li Şengalê, lê komên çekdar ên li Şengalê nehiştin ev malbat vegerin cihên xwe.