Kerkûk | 'Kurdên Kakeyî ti carî daxwaza ku bibin hêzeke Hesda Seibî nekirine'

13 December 2020 12:53 0 dîtin
Kerkûk | 'Kurdên Kakeyî ti carî daxwaza ku bibin hêzeke Hesda Seibî nekirine'

PeyamaKurd -  Doh 12ê Kanûnê hatibû ragihandin ku li Kerkûkê hêzeke ji kurdan a Heşda Şeibî hatiye avakirin û hatibû îdiakirin ku kurdên kakeyî jî daxwaza avakirina hêzeke wisa kirine.

Li ser wan îdiayan mezinekî kurdên kakeyî bi navê Mihemed Îbrahîm Axayê Kakeyî ji BasNewsê re gotiye, “Wisa hatiye belavkirin ku qaşo bavê min ku serok eşîrekî kurdên kakeyî ye, dawaz kiriye kurdên kakeyî jî bibin çekdarên Heşda Şeibî.”

Mihemed Îbrahîm Axayê Kakeyî dibêje, ew nûçe û îdia hemû derew in ji ber ku tiştekî wisa nîne û bavê min jî daxwazeke wiha nekiriye.

Kakeyî da zanîn, kurdên kakeyî ti carî daxwaza avakirina Heşda Kakeyî nekirine û nakin jî.