Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina mafên kurdên Sûriyeyê kir
PeyamaKurd – Di çarçoveya civînên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê (MSC) ya 2025an, îro piştî nîvro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Qeterê Mihemed El-Xelîfî civiya.
Her du aliyan gotûbêj li ser bipêşxistina peywendiyên Qeterê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Sûriyeyê kirin.
Her du aliyan piştgiriya xwe ya ji bo aştî û aramiya Sûriyeyê dupat kirin û pirsa kurd û civakên wan di Sûriyeya nû de gotûbêj kirin. Di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan û beşdariya wan a çalak a di avakirina paşeroja Sûriyeyê de kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin