Kazimî li dijî Hesda Seibî hêzeke taybet a Iraqê xiste tevgerê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hêzeke taybet li dijî binpêkirinên milîsên Heşdî Şeibî xist tevgerê.
Piştî girtina fermandarê operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê Qasim Muslih, çekdarên milîsên Heşdî Şeibî bi çek li kolanên Bexdayê bi giştî û Herêma Kesk a Bexdayê jî bi taybet belav bûne û mala Mistefa Kazimî jî dorpêç kirine.
Serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî, li ser van geşedanan biryar daye ji bo pêşgirtina li her êrîşeke din a Heşdî Şeibî ya ser herêma Kesk û lîwaya yekem a hêzên taybet li herêmê bicih bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin