Hesda Seibî hêzeke mezin li Daqûqê bicih kir û xelkê deverê bêzar dike

10 September 2019 15:28 0 dîtin
Hesda Seibî hêzeke mezin li Daqûqê bicih kir û xelkê deverê bêzar dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku milîsên şîe yên Heşda Şeibî yên bi ser Îranê ve hêzeke mezin anîne bajarokê Daqûqê yê parêzgeha Kerkûkê û li wê derê kom kirine. Hat diyarkirin ku ew hêz xelkê deverê bêzar dike.

Berpirsê lijneya navçeya Daqûqê yê PDKê Hîwa Reşîd ji medya Kurdistanê re ragihand: “Ev çend roj in milîsên Heşda Şeibî hêzeke zêde li sînorê bajarokê Daqûqê komkirine û navçe ji wan tijî bûye.’’

Hîwa Reşîd got: “Ew hêz berdewam xwenîşandan û tirsandina hemwelatiyên navçeyê dike, ji ber wê jî xelk jê bêzar e û nîgeran e.”

Berpirsê PDKê diyar kir: “Li gor gotinên wan bixwe ew hêza taybet ji Bexdayê hatiye bo parastina tirbeya Îmam Zeynel Abidîn.”