Necef | Li depoyeke çek û teqemeniyên Hesda Seibî teqînek mezin çêbû
PeyamaKurd – Li parêzgeha Necefê ya başûrê Iraqê, li depoyeke çek û teqemeniyên Firqeya Îmam Elî ya bi ser Heşda Şeibî ve, do teqîneke mezin çêbû û di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor medyaya Iraqê belav kir, çend çavkaniyên ji Firqeya Îmam Elî ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, ragihandine ku teqîn ji ber êrîşeke bi dronan pêk hatiye, lê hinek çavkaniyên din jî diyar dikin ku teqîn ji ber depokirina xerab a çek û teqemeniyan çêbûye.
Firqeya Îmam Elî di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û eşkere kir: “Piştî şewata depoya me ya çek û teqemeniyan li serbazgeha Dîwek, me biryar daye lijneyeke taybet ji operasyonên Furatê ya naverast a Heşda Şeibî pêk bînin ji bo lêkolînkirina sedema teqîna ku depoyê, ku 20 kîlometre li rojavayê navenda Necefê ye.”
Herwiha hatiye destnîşankirin: “Sê mucahidên me ji ber teqînê birîndar bûne û ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatine rakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin