ÎDIA: Iraq razî bûye Hesda Seibî û komên milîs hilwesîne
PeyamaKurd – Hate îdiakirin ku Amerîkayê daxwaz ji Bexdayê kiriye Heşdî Şeibî û komên milîs hilweşîne û hemû binke û embarên çek û çêkrina moşek û dronan jî bên daxistin. Li hember wê Iraq jî razî bûye lê mercê wê heye û Amerîkayê jî ew merc red kiriye û tenê çar meh wek dema dawî ji bo Iraqê daniye.
Kanala Sumeriye ya Erebî, ew îdia belav kiriye û pirsa “Gelo ecêb nîne ku ‘Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengîyê li hember niyeta Amerîkayê ya ji bo hilweşandina Heşdî Şeibî û grubên çekdar bêdeng bimîne?
Pêşkeşvanê kanala Sumeriye Husam Alhac, bi piştgiriya zanyariyên heman kanalê gotiye: ‘’Li gor nûçeyên bidest me ketine Çarçoveya Hemahengî dixwaze bersivê bide yan jî herî kêm xwe hemaheng bike li gel guhertinên nû û pêngavan bavêje û ber bi bêçek kirina grubên çekdar ve biçe, lê ne wek wî awayê ku Amerîka dixwaze, yan li gor mercan.’’
Hatiye diyarkirin, Amerîkîyan rasterast çend daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine û ew jî; bilez bû bêyî ti paşketinekê komên çekdar ên milîsên Eniya Berxwedanê bên bêçek kirin û binkeyên wan û hebûna wan a siyasî û leşkerî li ser qada Iraqê nemîne.
Daxwaza din a Amerîkayiyan jî hilweşandina Heşdî Şeibî ya bi temamî ye: ‘’Çekdarên wan têkelî saziyên ewlehiyê leşkerî bên kirin.’’
Daxwaza sêyem jî çareserkirina embar û cebilxaneyên leşkeri yên Heşdî Şeibî û grubên çekdare, li gel hilweşandina kargehên çêkirina mûşek û dronan e: ‘’Amerîkiyan wêne û zanyariyên hûr derbarê hemû binke û embarên wan milîsan daye hikûmeta Iraqê ku bi rêya heyvok û esmanî ve hatine girtin û bidestanîne.’’
Iraqê çi bersiv da Amerîkayê?
Li gor kanala Sumeriye, li hember wan daxwazên Amerîkayê, hikûmeta Iraqê piştî gotûbêjkirina rewşê li gel aliyên siyasî yên pêwendîdar, bersiv daye ku; Bi awayekî destpêkî rizamendî nîşan daye, lê wisa dinirxîne ku ji bo wê mekanîzmayên hene temam nînin. Ji bo wê jî daxwaz kiriye Heşdî Şeibî wekî ku niha heye bimîne, lê desteyeke serbixwe bibe rêveberiyeke li ser Wezareta Berevaniyê. Herwiha komên çekdar bi temamî bên bêçek kirin, lê bi mercê ew kom bi awayê siyasî bimînin û destwerdan li wan neye kirin.’’
Iraqê bi riya Siûdî û Urdinê bersiv da Amerîkayê
Hikûmeta Iraqê ji Amerîkiyan re ragihandiye, yek sala temam pêwîste ji bo bicihkirina wan pêngavan û di heman demê de divê li gel vekişîna hêzên Amerîkayê ku biryare di dawiya sala bê de xwe vekişîne pêk bê. Herwiha mercekî din jî yê Iraqê ew e, divê di nava heyama vê salê de axa Iraqê nebe armanca leşkerî û êrîş li ser pêk neyên û ew bersiv bi rêya Urdin û Siûdiyê ve ji Amerîkiyan re hatiye ragihandin.
Li gorî kanala Sumeriye, Amerîkayê bilez bersiva hikûmeta Iraqê daye û pêşniyar û mercên wê red kiriye û ragihandiye ku li ser daxwazên Amerîkayê û ti garantiyeke wisa nadin ku karên leşkerî dijî Iraqê pêk neyên. Herwiha roja 30.04.2024ê wek dema herî dawî hatiye destnîşan kirin ji bo bicihkirina merc û daxwazan. Berevajî wê dê danûstanên li gel Iraqê bên kirin jî wiha bin; ku Iraq welatekî ziyanê dide berjewendî û ewlehiya Amerîka û hevpeymanên wê yên li herêmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin