Hikûmeta Iraqê ji berdana fermandarê Hesda Seibî nerazî ye…

10 June 2021 16:03 0 dîtin
Hikûmeta Iraqê ji berdana fermandarê Hesda Seibî nerazî ye…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku aliyên nav hikûmeta Iraqê ji ber biryara desthilatdariya dadweriya Iraqê ya berdana fermandarê milîsên Heşdî Şeibî Qasim Muslîh bi fikar in û nerazî ne ji wê biryarê.

Ajansa nûçeyan a navdewletî AFPê bi zarê çavkaniyeke hikûmeta Iraqê belav kiriye ku hikûmetê hemû belgeyên dijî fermandarê operasyonên Heşdî Şeibî li Enbarê Qasim Muslih radestî dadgehê kiribûn ku ew belge ji pêwendiyên telefonî yên di navbera Qasim Muslih û tîma kuştina çalakvanên Iraqê û nameyên gefxwarinê pêk dihatin.

Heman çavkaniya hikûmeta Iraqê diyar kiriye, desthilata dadweriyê di bin guvaşê de biryara azad kirina wî fermandarê Heşdî Şeibî daye.

Fermandarê Enbarê yê Heşda Şeibî Qasim Musli, 9 Hezîranê bi biryara desthilata dadwerî ya Iraqê, hatibû serbest berdan û encûmena bilind a dadweriya Iraqê li ser wê biryarê ragihandibû: “Ew fermandarê Heşdî Şeibî ji ber nebûna ti belgeyekê hatiye azad kirin.”