Fermandarê Êzidîxan ji bo berdana Pêsmergeyan mohlet da Hesda Seibî

24 December 2018 15:09 0 dîtin
Fermandarê Êzidîxan ji bo berdana Pêsmergeyan mohlet da Hesda Seibî

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Êzidxanê Heyder Şeşo, li ser desgîrkirina 30 Pêşmergeyên Êzidxanê ji aliyê Heşda Şeibî ve diyar kir ku wan ji bo berdana Pêşmergeyan mohlet daye Heşda Şeibî.

Şeşo daxuyakirin ku pêwîste Pêşmergeyan radestî Polîsên Federalî yên Iraqê bikin û got, “Me hat nîvro mohlet da wan. Heger Pêşmerge neyên berdan, dê helwesta me tund be.”

Heyder Şeşo da zanîn ku ji ber sedema nebûna ruhseta bikaranîna çekan Pêşmerge hatine destgîrkirin û diyar kir, “Ger di destê Pêşmerge de çek nebin, çi karê wan li baregehê heye?”