VÎDEO | Fermandarê PKKê hûrgiliyên sehîdkirina Pêsmergeyan eskere dike
PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, vîdeoya fermandarê payebilind ê PKKê Ozgur Jiyanda ya di derbarê hûrgiliyên şehîdkirina pênc Pêşmerge û şehîdkirina Xazî Salih Alîxan eşkere dike belav kir.
Fermandarê PKKê Înan Çelîk, ku bi navê Ozgur Jiyanda tê nasîn û ji gundê Kindiras ê ser bi navçeya Tetwanê yê Bakurê Kurdistanê ye, diyar kir, di sala 2008an de tevlî PKKê bûye û di sala 2020an de gihîştiye pileya fermandariya eyaletê.
Ozgur Jiyanda destnîşan kir, ew di 9ê Hezîrana 2021ê de ji PKKê veqetiyaye.
Jiyanda hûrgiliyên şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Serzêrê Xazî Salih Alîxan eşkere dike û dibêje, li Herêmê gelek kesên ku bi welatparêziya xwe, bi welatperweriya xwe li ser karê xwe ne, bi navê sîxuriyê têne pênasekirin û tên kuştin û tên şehîdkirin, yek ji wan jî Şehîd Xazî ye.
Ozgur Jiyanda destnîşan dike: “Şehîd Xazî însanekî di mala xwe de, li ser axa xwe bû, hinek tiştan ji bo PKKê nedixwest bike, ji bo vê yekê PKKê ew weke hedef dabû nîşandan.”
Jiyanda dide zanîn: “Qasî salekê bû ji ber ku Pêşmerge were bisekine, hazirî dihate kirin, haziriyên weke; erd hemû hatibû mayînkirin, li gor pêwîstiyên ku li Pêşmerge bixe sîleh hatibûn bicihkirin, sîlehên giran, sîlehên sûîqestê, qenas hatibûn bicihkirin.”
Li ser bûyera şehîdkirina pênc Pêşmerge li çiyayê Metîna, Ozgur Jiyanda eşkere kir: “Di wê demê de kî li ser sîlehê bû nizanim, lê weke ku ez dizanim berpirsyarê wê Harun Dêrsim û Ozgur Rojava li ser wê sîlehê bûn.”
<>
Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin