Fermandarê Hêzên Êzîdxanê: Armanca PKKê li her derên Kurdistanê têkdana aramiyê ye
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo diyar kir, armanca PKKê li her derên Kurdistanê têkdana seqamgîrî û aramiyê ye û naxwaze xelkê Şingalê vegerin ser cih û warê xwe û dibêje: “PKK ajendaya welatên din cîbicî dike.”
Heyder Şeşo eşkere kiriye, PKK derfet dide destê Tirkiyê, ku Şingalê bombebaran bike û kesên ji vê yekê zerar dibînin, tenê Şingalî û Êzîdî ne.
Fermandarê Hêzên Êzîdxanê li ser pêwendiya navbera PKK û Heşda Şeibî û berjewendiyên wan ên hevbeş destnîşan kiriye, plana wan her du aliyan ew e ku xelkê Şingalê li Şingalê nemînin. Plana Heşda Şeibî ew e ku sînorê Sûriyê kontrol bike, ku beriya niha plana Hîlala Şîe hatiye danîn.
Heyder Şeşo destnîşan kiriye, li aliyê din PKK jî wê derfetê dide Tirkiyê ku çiyayê Şingalê bombebaran bike û xelkê Êzîdî bibin qurbanî. Kesên ku zerarê dibînin, her xelkê Êzîdî ye.
Li ser pirsa "Tevî ku PKK îdia dike ku xelkê Êzîdî diparêze, lê di heman demê de nahêle Rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin, gelo PKK çi ajendayekê cîbicî dike?" Heyder Şeşo diyar kiriye; dema PKK hat, ji bo perjewendiyên partiya xwe hatin, ne ji bo xatirê parastina Êzîdiyan, delîl jî ew bû ku dema hatin, bi îtifaq derbasî Şingalê bûn.
Şeşo daye zanîn: “Birastî PKK xelkê Şingalê û Êzîdiyan naparêze, PKK berjewendiyên xwe û welatên ku piştevaniya wê dikin, diparêze.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin