Fermandarê Hêzên Parastina Çekên Nukleerî, Kîmyayî û Biyolojîk ê Rûsyayê hat kustin

17 December 2024 11:28 0 dîtin
Fermandarê Hêzên Parastina Çekên Nukleerî, Kîmyayî û Biyolojîk ê Rûsyayê hat kustin

PeyamaKurd – Medyaya Rûsî ragihand ku di teqîna îro ya danê sibê de, Fermandarê Hêzên Parastina Navokî, Kîmyayî û Biyolojîkî yên artêşa Rûsyayê General Îgor Kirillov jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên Rûsî gotin, "Di teqîna li nêzî avahiyeke niştecihbûnê ya li başûrê rojhilatê Moskowayê de 2 kes mirin, yek ji wan Fermandarê Hêzên Parastina Çekên Nukleerî, Kîmyewî û Biyolojîkî General Igor Kirillov bû."

Hat diyarkirin ku teqîn di encama îmhakirina bombeya ku li motorsîkletê hatiye bicihkirin de pêk hatiye, hat îdiakirin ku Kirillov û alîkarê wî dema ji avahiyê derketine jiyana xwe ji dest dane.

General Igor Kirillov ê 54 salî ji sala 2017an vir ve fermandarê Hêzên Parastina Çekên Nukleerî ye. Hat îdiakirin ku gumanbarê sereke yê cînayetê saziyên îstixbarata Ukraynayê ne.