Îsraîlê li ser çekên nukleerî Îran hisyar kir
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Îsraîl Gideon Saar, ji Politicoya Belçîkayê re got, Îsraîl ji Serokê Amerîka Donald Trump li alîkarîyê digere ku fişarê li ser Tehranê zêde bike, û diyar kir ku dibe ku “vebijarkeke leşkeri” hewce be ku rê li ber çêkirina çeka nukleerî ya Îranê bigire.
Saar got ku Îranê bi têra xwe nukleerî dewlemend kiriye ku “Du bombeyan çêke û dem diqede. Zêde wextê me tune.”
Saar anî zimên ku Îsraîl dixwaze rêgezeke dîplomatîk bişopîne, lê şensê serketinê ji bo vê nêzîkatiyê kêm e û hişyarî da ku nesekinîna bernameya nukleerî ya Tehranê dê ji bo ewlehiya Îsraîlê bibe felaket.
Saar li ser pirsa îhtîmala êrîşeke di dema serokatiya Trump de wiha got:
“Ez bawer dikim ku divê vebijarkeke leşkerî ya pêbawer li ser masê hebe ji bo rawestandina bernameya nukleerî ya Îranê berî ku ew ji bo çêkirina çekan were bikar anîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin