Ji Brîtanyayê hisyariya Îranê: "Divê tu carî nebe xwediyê çekên nukleerî"

24 November 2022 12:31 0 dîtin
Ji Brîtanyayê hisyariya Îranê: "Divê tu carî nebe xwediyê çekên nukleerî"

PeyamaKurd – Derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir, Îranê bernameya xwe ya nukleerî berfirehtir kiriye û got, "Rejîmeke ku li hundir zilmê li gelê xwe bike, bêguman wê dost û hevalbendên me yên li derve jî tehdîd bike."

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Cleverly ku li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî ya Twitterê daxuyaniyek da, bal kişand ser vê yekê ku Îranê bernameya xwe ya atomî zêdetir berfireh kiriye û da zanîn ku ev yek belgeyeke din a metirsiya rejîmê ye li ser ewlehiya cîhanî.

Wezîr Cleverly eşkere kir, divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî û wiha got:

"Rejîmeke ku di hundirê xwe de zilmê li gelê xwe dike, bêguman wê dost û hevalbendên me yên li derve jî tehdîd bike. Divê Îran tu carî nebe xwedî çekên nukleerî."

Birîtanya, Fransa û Almanya bi navê “E3” duh biryara Îranê ya berfirehtirkirina bernameya xwe ya atomî şermezar kirin.