Ji NATOyê hisyariya Îranê: Divê pêsiya wê bê girtin!
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî NATOyê Jens Stoltenberg ragihand, Îran bi awayekî berfireh hewl dide teknolojiya moşekî ya metirsîdar pêş bixe.
Jens Stoltenberg got, Îran û Koreya Bakur bi awayekî berfireh pêşxistina teknolojiya moşekî ya metirsîdar berdewam dikin û divê pêşî li wan herdu welatan bê girtin.
Jens Stoltenberg di konferansa Çekên Komkujiyê ya NATO ku li bajarê Kopenhag a paytexta Danîmarkayê birêve diçe û zêdetir ji 100 berpirsên 45 welatên cîhanê tê de kom dibin de, bal kişand ser binpêkirinên Îranê yên li hember bernameya atomî û hişyarî da.
Stoltenberg got: “Îran bi awayekî metirsîdar bi pêşxistina teknolojiya moşekî ya metirsîdar ve mijûle û ew hewldanên Îranê ji bo civaka cîhanê hemûyî metirsîdar e.”
Sekreterê giştî yê NATOyê daye xuyakirin: “Hevpeymaniya NATOyê divê zêdetir ji berê hewl bide kom bibin û konferansên ji bo kontrolkirina berhemanîna çekên qedexekirî pêk bînin û divê û divê pêşî li welatên zêdegaviyê dikin yên wek Rûsya, Çîn, Îran û Koreya Bakur bê girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin