Hisyariya Îranê: Ger êrîs li me were kirin dê tevahiya herêmê biteqe
PeyamaKurd – Îranê hişyarî da ku eger Amerîka êrîşekê li ser wê bike û gef li baregehên wê yên li herêmê bixwe, “dê teqinek li seranserê Rojhilata Navîn çêbibe.”
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baxêr Xalîbaf duh got:
“Eger Amerîka gefa xwe ya leşkerî li dijî Îranê bi cih bîne ji ber nebûna peymaneke nû, baregehên Amerîkayê yên li herêmê ewle nabin. Her êrîşek tê wateya teqîna tevahiya herêmê.”
Îranê danûstandinên rasterast ên bi Dewletên Yekbûyî re red kir, îdia kir ku di bersiva xwe ya li hember nameya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump de “bi nermî” tevgeriyaye. Alî Şemxanî, şêwirmendê Serokomar Elî Xamineyî, got ku “bersiva nameya Trump hevseng bû û madebûna ji bo diyaloga nerasterast heye.”
Şêwirmendê Xamineyî Elî Larîcanî li ser gefên êrişa leşkerî li dijî Îranê got:
“Yên ku bi niyaz in ku tiştekî bikin, zêde napeyîvin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin