Îranê hisyariya tolhildanê da Amerîkayê!
PeyamaKurd – Fermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Huseyîn Selamî hişyarî da ku Îran wê bersiva her êrîşekê bide wek bersivdana gefên Serokê Amerîka Donald Trump piştî êrîşên esmanî yên Amerîka li ser armancên Hûsiyan li Yemenê.
Îrana ku têkiliyên wê yên nêzîk bi Hûsiyan re heye, bersiv da êrîşên Amerîkayê yên li ser Yemenê. Selamî li ser gefên Trump ên li dijî Îranê nirxand û ragihand ku Muhafizên Şoreşê li dijî Amerîka û Îsraîlê amade ne. Selamî da zanîn ku Îran şer naxwaze, lê gefên li ser wan jî bêbersiv nahêle.
Selamî destnîşan kir ku ew ê serî li ber zextên Amerîkayê yên li ser Îranê netewînin û got,
'Îran wê dest bi şer neke, lê eger gef lê were xwarin wê bersiveke guncaw û bi bandor bide.'
Trump piştî êrîşa hewayî ya Amerîkayê ya li ser Yemenê daxuyanî da û hişyarî da hikûmeta Îranê û destnîşan kir ku divê demildest desteka ku ji Hûsiyan re tê dayîn bi dawî bibe û wiha got: 'Piştgiriya ku ji terorîstên Hûsî re tê kirin divê bê qutkirin. Amerîka ew ê we bi tevahî berpirsiyar bigire û em ê li hember vê yekê nerm nebin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin