Wezîrê Derve yê Îranê hisyariya tolhildanê ya Îsraîlê dubare kir

11 October 2024 14:29 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê hisyariya tolhildanê ya Îsraîlê dubare kir

PeyamaKurd – Li gorî wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî, Tehran dê dudil nebe “çalakiyên berevaniyê yên bihêztir” bike heke Îsraîl êrîşekê bike piştî êrîşa mûşekî ya hefteya borî ya Tehranê.

Li gorî daxuyaniya wezareta derve ya Îranê ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kir, Ebas Eraqçî di nameyekê de ku ji bo wezîrên derve yên din nivîsiye, gotiye: “Îran bi tevahî amade ye ku çalakiyên berevaniyê yên bihêztir bike heger hewce bike ji bo bersivdana her êrîşeke din  û dê dudil nebe ji bo vê yeke.”

Wî di nameya xwe de diyar kiriye ku êrîşa mûşekî ya Îranê bi ser Îsraîlê de li gorî mafê wê yê xweparastinê li gor yasayên navdewletî bû û pir bi hûrgilî li dû wê yekê bû ku di şerê Îsraîl û Hemasê de li Xezeyê agirbest pêk bihata.