Iraq | 3 komên milîsên alîgirên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê xwarin!

28 February 2021 20:08 0 dîtin
Iraq | 3 komên milîsên alîgirên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê xwarin!

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku piştî êrîşa asmanî ya Amerîkayî li nav axa Sûriyê bi ser hêzên milîsên îranî de, Hizbullaha Iraqê, Esayib Ehlî El Heq û Nuceba gefa tolhildanê li Amerîkayê xwarin.

Li gorî nûçeya Sky Newsê, hersê hêzên milîs ji ber bombebarana hejmareke binkeyên milîs ên nêzîkî Îranê li ser axa Sûriyê gefa tolhildana tund li Amerîkayê xwarine û saziyên ewlehiyê û îstixbarata Iraqê jî bi xiyanetkirinê tometbar kirine bi hinceta ku zanyariyên îstixbaratê yên derbarê komên li Sûriyê de dane hêzên Amerîkayê.

Balafirên şer ên Amerîkayê şeva 26ê Sibatê, bi fermana serokê Amerîkayê Joe Biden, wekî bersiva êrîşên moşekî yên ser Hewlêrê bi ser bingehên Amerîkî de, hejmarek bingehên milîsên şîe yên nêzîkî Îranê li nav axa Sûriyê û nêzîkî sînorê Iraqê bombebaran kiribû.

Li gorî SOHRê bi dehan milîsên îranî di wê êrîşê de hatin kuştin û hejmarek bingehên wan jî hatine ruxandin.