Pentagonê li ser milîsên alîgirên Îranê daxuyanî da

10 February 2024 15:01 0 dîtin
Pentagonê li ser milîsên alîgirên Îranê daxuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku, li gor zanyariyên heta niha zêdetirî 40 endamên komên alîgirên Îranê di tolhildana êrişa ser baregeha leşkerî ya Tower 22 de hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de nirxandin kirin.

Ryder diyar kir ku ji 2ê Sibatê ve li Iraq û Sûriyeyê herî kêm 85 êrîşên esmanî pêk anîne, weke bersivdayîna êrîşa li dijî baregeha Tower 22ê ya ku DYAyê 3 leşkerên xwe wenda kir. Wî diyar kir ku li gorî zanyariyên destpêkê zêdetir ji 40 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Ryder bal kişand ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di nirxandina encamên van êrişên esmanî de berdewam e û tekez kir ku Amerîka wê ji bo parastina leşkerên xwe tedbîrên pêwîst bigire.