Îranê ji bo pistgiriya Esed, bi hezaran milîsên sîe sandin Sûriyê
PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Îranê bi hezaran milîsên şîe di ser Iraqê re şandine da ku li aliyê rejîmê li Sûriyê şer bikin.
Îranê dest bi xurtkirina herêmê bi hêzên milîsên şîe kir piştî ku rejîma Esed xisarên giran ji ber êrîşên milîsan li Sûriyê xwar.
Li gorî agahiyên ku du çavkaniyên ji hêzên leşkerî yên rejîma Esad dane Reutersê, milîsên şîe yên bi piştgiriya Îranê bi şev ji Iraqê derbasî Sûriyê bûne.
Hate diyarkirin ku hêzên çekdar ên şîe ber bi herêmên ku pêkhateyên milîs ên li Bakurê Sûriyeyê bi pêş ve diçin di rê de ne û dê hêzên rejîmê bi hêz bikin.
Çavkaniyekî payebilind ê rejîmê ji Reutersê re axivî û destnîşan kir ku bi dehan milîsên Heşdî Şeibî yên şîe yên girêdayî Îranê jî ji nêzî El-Bûkemal derbasî Sûriyeyê bûne.
Milîsên Ketaib Hizbullah û Fatimiyûn di nav wan milîsên şîe yên şandine Sûriyê de ne. Di dirêjahiya şerê Sûriyê de, Îranê bi deh hezaran milîsên şîe ji welatên cuda şandin wî welatî ji bo piştgiriya rejîma Esed.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin