Ji Hêzên Esed û Îranê operasyona navxweyî: 34 milîsên Hizbullahê hatin binçavkirin

22 September 2022 20:41 0 dîtin
Ji Hêzên Esed û Îranê operasyona navxweyî: 34 milîsên Hizbullahê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji aliyê Îstixbarata Sûriyê ya Hêzên Asmanî û hêzên milîsên girêdayî Îranê ve, li hin herêmên Dêrazorê operasyoneke hevbeş hatiye lidarxistin.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di encama operasyona li ser milîsên navxweyî de, 34 milîsên Sûriyeyî ku di nav Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê de cî digirin hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku milîsên hatine binçavkirin ji bo lêpirsînê birine navenda Îstixbarata Hêzên Asmanî ya Sûriyê ku li Dêrazorê ye.

Li gorî çavkaniyên SOHRê 34 milîs bi tohmeta ku hevkarî ligel Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên derve kirine hatine girtin û bi derxistina nakokiyan di nav Pasdarên Îranê û Hizbullahê de hatine tawanbarkirin.

Çavkaniyan daye zanîn ku di çarçoveya lihevkirinê de, biryar hatiye dayîn 9 milîsên binçavkirî ji bo lêpirsînê veguhêzîn Şamê.