Milîsên Îranê û hêzên Esed bi çekên giran bi hev ketin

05 June 2019 21:08 0 dîtin
Milîsên Îranê û hêzên Esed bi çekên giran bi hev ketin

PeyamaKurd – Li rojhilatê Dêrazorê gundewarên El-Bukemalê hêzên niştîmanî yên girêdayî rejîma Esed û milîsên Îranê bi hev ketin.

Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên navbera herdu aliyan ên li herêma Fîha ya El-Bukemalê çekên giran hatine bikaranîn.

Li gorî çavkaniyên herêmê gelek kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Hat diyarkirin ku beriya niha jî pevçûnên bi vî rengî di nav hêzên Esed û milîsên Îranê de rû dane û gelek milîs hatine kuştin.