Hêzên Esed dest bi operasyona Idlibê kirin

04 February 2019 18:39 0 dîtin
Hêzên Esed dest bi operasyona Idlibê kirin

PeyamaKurd – Ajansa Anadol a Tirkiyê ragihand ku hêzên girêdayî rejîma Beşar Esad dest bi êrîşên ser Idlibê kirine û topxaneya artêşa Sûriyê, komên cîhadî yên Idlibê topbaran dike.

Herwiha Al Masdar Newsê jî ragihand ku operasyoneke berfireh a artêşa Sûriyê bi Idlibê de hatiye destpêkirin û hat gotin, hêzên Esed koma çekdar a Partiya Tirkistana Îslamî kirine armanc.

Hat diyarkirin ku hêzên artêşa Sûriyê ji bilî topbaranê moşekan jî li hemberî wan komên çekdar bikar tîne.