Ji hêzên Iraqê operasyona DAISê: 5 DAISî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke li navbera bajarê Bexda û Diyale de, 5 terorîstên DAIŞê hatin girtin.
Tora Ragihandina Ewlehiya Iraqê ragihand ku bi hevkariya Fermandariya Operasyonên Hevbeş û hêzên asmanî, di operasyona ku di navbera Bexda û Diyale de hat kirin de, 5 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin ku lêgerîn li ser wan hebû.
Herwiha hat diyarkirin ku operasyon di encama hevkariya ligel Îstixbarata Iraqê û hêzên ewlekariyê bi piştevaniya hêzên asmanî hatiye encamdan û di encamê de, 25 çek, 5 kîlo TNT û 6 topên hawinê jî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin